|
Zubêr
Salih stêrek ji stêrê hunera Kurdiye û li
asîmanê Binxetê şewiq veda û li Kurdistanê tevî
geşbû, Zubêr Salih ji kaniya hunera Kurdî av
vexwariye û li ser pelên gula Dirbêsiyê nav xwe
nivîsandiye. Zubêr Salih ev zêdeyî sî sale ku di
derya hunera Kurdî de avjeniyê dike û ji kaniya
welatparêziyê vedxwe, îro bi berhemeke nû
derdikeve pêşberî guhdarên xwe.
Berhama hunermend Zûbêr Salih ya bi navê
``Kirasê Eşqê`` ji deh stranan pêk tê û ji
hestên gelek helbestvanên Kurd dinoşe, mîna Kawa
Şêxê, Kerîm Ahmed, Mizgîn Bengo, û Hevraz Hesko
lê hunermend Zubêr salih awaz û helbestên xwe jî
dibêje mîna helbesta te soz daye.
Min gelek CD yên Hunermend Zubêr Salih guhdar
kirine, lê ev CD ya ku bi dengê helbestvana Kurd
xwediya pênûsa nûjen Xelat Ahmed dewlemendiyeke
pir hêja li CD yê zêdekiriye, ew dengê nerim
yê helbestane bê destûr derbasî dilê guhdar
dibe, û gava ku Zubêr bi tembura xwere dinala
meriv nikara ji guhdar kirina CD yê durkeve û
her meriv di xweşiya guhdarkirina stranên wî de
dimîne.
Bê goman hunermend Zubêr Salih di hilbijartina
helbestên xwe de hostakî pir jîreke gava ku bi
wî dengê xweyî nazik dibêje:
Ji bêhna misik û gulavê
Ji rengê tîrêjê tavê
Bihijmara ax û avê
Tînim ji Amedêre silav
Ji dîroka tere silav
Ji şehîdên tere silav
Ji girtiyên tere silav
Û silav û hezar silav.
Ji Qamişlo me bi xwere anî
Gurzek gulê erdewanî
Û evînek Kurdistanî
Ji xelkê Amedêre silav
Ji dîroka tere silav
Ji şehîdên tere silav
Ji girtiyên tere silav
Û silav û hezar silav.
Ev gotinên ku hesten welatparêziyê li ba her
kurdekî bilind dikin û Kurdistaneke mizin di
dilê wî/wê de çêdikin, bi hosteyî hatine
avakirin, ev ji gotinên Kawa şêxê ne ku bi dengê
Zubêre li têlê dilê guhdar dixe û govenda
azadiyê li ber digerînin.
Gava ku Zubêr Salih gazinan ji jînê dike û
dibêje, erê jînê bi van gotinên xweş yên
helbestvana hêja Xelat Ahmed destpêdike.
Kêfa zaroktiyê dibin balgihê şevê de
Diya min bêhna cejnê distre.
Di pey re Zûbêr bi tembûra xwere digrî û dibêje;
erê jînê ez bê jînim bêyî te,
erê jînê ez ne Memim bêyî te
erê jînê ez ne Memim dûrî te.
Gava ku Zubêr van gotinan dibêje bi wê tembûra
ku bi dengê wîre digrî, dihêle ku hêstir yeko
yeko ji çavan bibarin û li ser dêmên evîndaran
biherikin.
Di helbesteke din de Xelat Ahmed bi Tembûra
Zûbêre dibêje:
Hilke hilka şevêye li ser sînga te
Were ez stêrkekê ji devê te bigrim
Û dudowan ji gerdena te
Û pêde diçe Xelat bi dengê xwe yê nazik û li
dîwana helbestê dengekî din zêdedike.
Hunermend Zubêr Salih ji deriya Helbestvanê Kurd
Kerîm Ahmed tasek ava zelal vedxwe û di goveda
evînê de kirasê Eşqê li xwe dike û dibêje:
Hinaran kulîk vekirin
Cana min rabû ji xew
Kirasê Eşqê li xwe kir
Çav xezal û meş mêkew.
Dil xeşîm û biçûk bûm
Ket nav xefka evînê
Paşîyêtê de hînbûm
Ma dinê keç periyê.
Di vê stranê de em Zubêr bi şêweykî din li
pêşberî xwe dibînim hem rengê stranê û hem jî
awaza wê û hem şêweyê gotina Zubêr tev nûne.
Gava ku Zûbêr Salih derbasî nav zeviya bîranîn
dibe û dikeve xewn û xeyalên evîna berî bîst
sala bi nalîna kemana Lazgîn Xaldre dinale û
dibêje:
Tê bîra min berî bîst sal tê bîra min
Ez û te herdo biçûk bûn tê bîra min
Bi kul û derd ez û tebûn tê bîra min
Berî bîst ez û te bûn tê bîra min.
Tê bîra min lê şêrînê tê bîra min
Ew rojên xweş yê evînê tê bîra min
Navê te li bîra min dînê tê bîra min
Berî bîst sal erê dînê tê bîra min.
Ev helbesta xweş ya hunermendê hêja Hevras
Heskoye.
Gava ku min di destpêkê de got ku Hunermendê me
yê deng xweş bi hosteyî helbestên stranên xwe
hildbjêre belkî we gotibe ev dil xwaziye ji
xebat. Lê ez di wê behweriyê deme gava ku hûn li
CD ya Hunermernd Zubêr Salih guhdar bikin hûnê
bibînin ku min di vê nivîsa xwe de qet mafê vê
CD yê nedayayê û hîn gelk gotin hebûn ku min
karîbû li ser vê berhema hunermend Zubêr
binvîsim.
Hunermeda hêja Leyla û Bêrivan bûne mîna hermonî
bi dengê zubêre bi dengê wanre tama guhdarkirinê
hîn xweştir dibe.
Lê hunermenda me ya ku nû daketiye stadyoma
hunerê Bêrîvan Zubêr Salih bi stranekê ji
stranên Zubêr salih di vê berhemê de cî digre
gava dibêje ezê ji te bixeydim û nema bi tere li
hev têm.
Xebat Şakir
10.11.2008 Oldenburg/ Elmanya
|